Barnard Kouchner: “Ez ji bo astiyê hatim Herêma Kurdistanê”

Barnard Kouchner: “Ez ji bo astiyê hatim Herêma Kurdistanê”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê Barnard Kouchner çû Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê tevlî merasima vekirina Muza Netewî ya Barzanî bû û got:

“Serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê behsa aştiyê kirin û ez jî ji bo aştiyê hatim vê derê. Min ji bo merasima vekirina vê muza taybet dawet kirin. Di vekirina muzê de min li axaftinan guhdarî kir. Ji ber temamê axaftvanan behsa aştiyê kirin, ez gelek kêfxweşim.”

Îro bi tevlîbûna gelek kesên siyasetmedar, lîderên olî ji Kurdistan û ji dewletên din yên dinyayê tevlî merasima vekirina Muza Netewî ya Barzanî bûn. Di nava wan de serokwezîrê Iraqê Sûdanî, serokkomarê Iraqê, Ammar El Hekîm, İsmail Beşikçi, Lutfi Baksi, Kendal Nezan, Fuad Huseyin û bi sedan gelek kesên din hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin