PeyamaKurd – Berdevkê AKPê Omer Çelîk diyar kir ku trafîka serdanê temam bûye û got, "Ya ku ji niha û pê ve tê payîn banga tinekirina rêxistina terorê ye."
Omer Çelîk derbarê Civîna Biryar û Lijneya Rêveber a Navendî (MKYK) ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê de daxuyanî da.
Berdevk Çelîk li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê hevdîtinên Îmraliyê de diyar kir ku di wê heyamê de trafîka serdanê temam bûye û got, "Ya ku ji niha û pê ve tê payîn banga tinekirina rêxistina terorê ye."
Çelîk diyar kir ku di serdanê de nêrînên xwe anîne ziman û got,
“Piştî ku ev trafîka serdanê bi dawî bû, divê di zûtirîn demê de banga rêxistina terorê ya ji bo tasfiyekirina xwe û danîna çekan pêk were. Di vê mijarê de nêrîna me ew e ku bi ti awayî ne pêvajoyeke danûstandinê ye. Ev ne pêvajoyek e ku tê de xisletên bingehîn ên dewletê têk biçin."
Omer Çelîk bi bîr xist ku hin siyasetmedaran daxuyaniyên wekî "xisletên dewletê tawîz didin û alîkarî ji serokê rêxistina terorê tê xwestin" didin û got,
"Ev nêzîkatiyên şaş in. Berê ev tişt nebûye, vê carê jî ne wisa ye. Li vir Serokomarê me û Devlet Bahçelî bi zelalî gotin 'Armanc Tirkiyeyeke bê teror e'."
Pêşketinên li Sûriyeyê
Çelîk bal kişand ser rewşa Sûriyê û got ku rêxistinên terorê bi sûdwergirtina ji kaosa li herêmê hewl didin ji bo xwe kûrahiyê çêbikin û hin dewletên rojavayî jî piştgiriyê didin rêxistinan.
Çelîk destnîşan kir ku bi hilweşîna rejîma Baasê re hevsengiya herêmê bi temamî guheriye û da zanîn, "Îro tişta ku ji rejîma Baasê maye tenê modela Baasê ya mîkro ye, ev modela YPG/PYDê ye. Bi rastî dema meriv li YPG/PYDyê dinêre, dema meriv li avahîya PKKê ya li wir dinêre ev bermayiya dawî ye. Şopa dawî ya serdema Baasê avahiyeke ku li wir ava kirine jî wisa ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin