PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd di 31ê Tebaxa 2026an de di konferanseke rojnamevaniyê de amadekariyên sala nû ya xwendinê yên 2026-2027an ragihand.
Wezîr diyar kir ku ji bo sala nû nêzî 20 milyon pirtûk hatine çapkirin û 32 dibistanên nû hatine amadekirin.
Her wiha tekez kir ku wezaret giranî dide geşepêdana xwendina pîşeyî û sepandina sîstema Îngilîzî di dibistanan de.
Alan Heme Seîd eşkere kir ku sibe 1ê Îlonê mamoste dest bi kar dikin û dê 19 rojan beşdarî saetekê berfireh a perwerdehiyê bibin.
Di vê saetê de dê mijarên mîna teknolojî, zîrekiya destkird (AI) û stratejiya jîngehê bên fêrkirin.
Ji bo hêsankirinê jî biryar hat girtin ku mamosteyên li derveyî bajêr dikarin li dibistana herî nêzî malên xwe beşdarî vê seata perwerdeyê bibin.