Alî Babacan: Pirsa Kurd heye û bi wekheviyê çarser dibe

Alî Babacan: Pirsa Kurd heye û bi wekheviyê çarser dibe

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, di mitînga partiya xwe ya ku îro li Semsura Bakurê Kurdistanê li dar xist de bal kişand ser pirsa Kurd a li Tirkiyeyê û da zanîn ku rêya çareseriya vê pirsgirêkê, di wekheviya welatiyan re derbas dibe.

Alî Babacan, di banga xwe ya ji bo girseyê de siyaseta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a li ser pirsa Kurd rexne kir û da zanîn ku pirsa Kurd li Tirkiyeyê heye.

Babacan di axaftina xwe de rexne li Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî kir û got,

“Berê Birêz Erdogan digot, ‘Pirsa Kurd heye û ev pirsgirêk a min e jî.’ Wê demê ew hikûmeta ku min jî di nav de cih digirt, di vê mijarê de xwedî hinek hewildan bû. Erdogan çû û hat, li aliyekî xwe Devlet Bahçelî danî û li aliyekî xwe jî Dogu Perînçek danî. Niha jî dibêje, ‘Tiştek bi navê pirsa Kurd tuneye.’

Dema li aliyekî Bahçelî û li aliyekî Perînçek hebe, ji xwe gotineke din a ku bibêje namîne.  Birêz Bahçelî herî dawî kengî hatiye Semsûrê? Mirov li Enqereyê rûne û biaxive hêsane.”

Serokê Giştî yê DEVAyê, bi berdewamî bal kişand ser çareseriya pirsa Kurd û got,

“Di nav dewletê de divê mafê her kesî/ê wekî hev be. Çareseriya vê jî hemwelatîbûna wekhev e. Her welatiyek wekî hev û birûmet e. Her welatî dema ji dayîka xwe dibe, divê hemû mafên xwe bijî. Dewlet jî vî mafî dide welatiyan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin