Agahiyên nasnameyên 50 mîlyon kesan dizîne

Agahiyên nasnameyên 50 mîlyon kesan dizîne

PeyamaKurd- Dema kesek diçe şîrketeka GSM ê, bo ji xwe re karteka telefonê bistîne, mecbûre fotokopiya nasnameya xwe bide wê şîrketa GSM ê. Lê niha şîrketekî GSM ê ku navê wê nehatiye dayîn, şîfreya wê ji aliyê hinek kesan de hatiye dizîn û ew şebeke ketine nava nasnameyan û agahiyên 50 mîlyon kesî dizîne. Ew şebeke dikare li ser navê wan nasnameyan gelek tiştan bike bê ku haya xwediyê nasnameyê jê hebe.

Li ser vê agahiyê, rêvebiriya asayîşa Ankarayê, beşa têkoşîna li dijî sûcên sîberî ket nava tevgerê û operasyon da destpêkirin. Operasyon li bajarên Tirkiyê li Ankara, Adana, Antalya, Hatay, Karabuk, Denizli, İstanbul û Kırklareliyê hat kirin. Endamên şebeka sûcê xwe gihandine agahiyên nasnameyên aboneyan, jimara nasnameya wan, adres, fotokopiya nasnameyan, paşnavê dayîkê dema ku keç bûye û temamên agahiyan û li ser navên wan nasname amade kirine.

Li ser navên kesan ji bankê pere sitendine, li ser navên wan aboneya telefonan çêkirine, pereyên xwe yên reş bi rêya nasnameyên van kesan sipî kirine an neqlî ciyên din kirine. Hene nasnameyan firotine sîteyên bahîsan an ku qumarê. Li ser van kiryarên xerab operasyon hat kirin û 16 kes hatin girtin.

Di materyalên ku bi endamên şebekê re hatin girtin, nasnameya 50 mîlyon kesan hatin girtin û bi sed hezaran agahî hatine firotin bo şexsên din. Ji 16 kesên girtî 7 kes hatin zîndanîkirin û 9 kes ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin