PeyamaKurd - Li ser Rêya El Wetenê ya li bajarê Ras El Xeymeyê yê Îmarata Erebî ya Yekbûyî , di encama lihevdana otobûseke rêwiyan û kamyonê de 11 kesan canê xwe ji dest da.
Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên polîs û tenduristiyê bo cihê qezayê hatin şandin.
Wezareta Navxwe ya Îmaratê di daxuyaniyekê de mirina 11 kesan piştrast kir û ragihand ku derbarê sedema rûdana qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.