Hejmara miriyên qezaya trênê ya li Spanyayê gihîşt 64 kesan

Hejmara miriyên qezaya trênê ya li Spanyayê gihîşt 64 kesan

PeyamaKurd - Li Spanyayê hejmara kesên ku di qezaya lihevketina du trenên lez de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 64 kesan.

Piştî bûyerê gellek tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê û helîkopter sewqî herêmê hatin kirin, di heman demê de seferên li ser xeta trêna lez a Madrid-Endulusê bi awayekî giştî hatin rawestandin.

Çapemeniya Spanyayê ragihand ku sedema muhtemel a vê qezaya dijwar dibe ku xeletiya mirovî ya di sîstema sînyalê de be.

Ev qezaya wek karesatê di demekê de pêk hat ku beriya niha jî di 18ê Çileyê de li başûrê Spanyayê di encama ji rê derketina du trenan de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 170 kes jî birîndar bibûn.