Hejmara miriyên erdheja 7,7 a Endonezyayê zêde nû

Hejmara miriyên erdheja 7,7 a Endonezyayê zêde nû

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), foh Şemiyê li herêma Flores a Endonezyayê di kûrahiya 10 kîlometreyan de erdhejek bi mezinahiya 7,7 pileyan rû da.

Navenda erdhejê 68 kîlometre li bakurê rojavayê Floresê hat diyarkirin. Saziya Birêvebirina Karesatan a Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) ragihand ku hejmara kesên di vê karesatê de can dane gihîştiye 47 kesan û hejmareke zêde welatî jî birîndar bûne.

Saziya Meteorolojiyê ya welat jî eşkere kir ku piştî erdheja mezin a 7,7an, ku ya herî mezin 6,2 bû, herî kêm 235 paşlerz hatine tomarkirin.