PeyamaKurd – Ofîsa Serokê Hevpeymaniya Feth ragihand, ku Hadî Amirî di civîna li gel nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk de destwerdana Amerîka di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de red kir.
Ji Ofîsa Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî, daxuyaniyek hat ragihandin, li gor daxuyaniyê Amirî di civîna li gel Brett McGurk de destwerdana Amerîka di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de red kiriye. Herwiha diyar kiriye, ku eger Amerîka hikûmetekê li Iraqê pêk bîne, di nava du mehan de ew ê hikûmetê birûxînin.
Li gor medyaya Iraqê hewlên herdu bereyên li Bexda di mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin