Hizbûllahê êrîsî nav sînorên Îsraîlê kir: 5 kes birîndar bûn

Hizbûllahê êrîsî nav sînorên Îsraîlê kir: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê îro 17ê Nîsanê êrîşî baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kir û di êrîşê de 5 kes birîndar bûn.

Televîzyona 24 News a Îsraîlê derbarê êrîşê de ragihand ku di êrîşê de avahiyeke li Ereb El Eraşe ya li bakurê Îsraîlê hatiye armanc kirin û 5 kes birîndar bûne ku rewşa birîndarekî giran e.

 Malpera El Alem El Erebî jî ragihandiye, Hizbullahê 5 caran êrîşî baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kiriye û yekîneyeke çavdêriya hewayî ya li baregeha Mîronê bi temamî hatiye rûxandin. 

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê jî di êrîşên bersivdanê de, heta niha gelek serkirde û fermandarên Hizbullahê di nav axa Lubnanê de kirine armanc ku hejmarek ji wan hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin