PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Almanyayê ragihand ku ew bi fikareke mezin pêşketinên dawî yên li Herêma Kurdistanê û êrîşên li ser herêmê dişopînin. Wezaretê tekez kir ku Berlîn dê xurtkirina Hêzên Pêşmerge bidomîne û wan wekî şirîkekî demdirêj û stratejîk dibîne.
Daxuyaniya Almanyayê di demekê de tê ku rageşiya navbera eniya Amerîka-Îsraîl û Îranê bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê dike. Tevî ku Rêveberiya Hewlêrê çendîn caran bêalîbûna xwe ragihandiye, di 24ê Adarê de Îranê li herêma Îdareya Serbixwe ya Soranê êrîşeke mûşekî bir ser çeperên Hêzên Pêşmerge. Di encama vê êrîşa asmanî de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê bi bîr xist ku Wezîrê Parastinê Boris Pistorius bi xwe bal kişandiye ser bêîstîqrariya ku ji aliyê Îranê ve li herêmê hatiye avakirin. Berdevk diyar kir ku Almanya bi dîplomasî û projeyên cuda hewl dide pêşî li kûrbûna nakokiyan bigire û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo Berlînê xwedî giringiyeke taybet e.
Almanyayê destnîşan kir ku peywendiyên di navbera Artêşa Almanyayê (Bundeswehr) û Hêzên Pêşmerge de di asteke pir baş de ne. Hat ragihandin ku projeyên piştgiriyê gelek waran digirin nav xwe; wekî radestkirina nexweşxaneyeke leşkerî di mehên dawî de û berdewamiya xizmetên şêwirmendiya bijîşkî ya ku ev 10 sal in ji bo Pêşmerge têne dayîn.
Berdevkê wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku tevî şert û mercên dijwar ên li ser erdê, Almanya dê ji erkên xwe paşve gav neavêje. Berlîn plan dike ku di sala 2026’an de projeyên nû yên ji bo nûjenkirin û xurtkirina şiyana parastinê ya Hêzên Pêşmerge bixe meriyetê.
Ev daxuyanî wekî peyameke xurt a piştrastkirinê ji bo Herêma Kurdistanê tê nirxandin, di dema ku herêm di bin gefên asmanî yên giran de ye.