PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronaya nû Covid-19 eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya îro 20ê Cotmehê ya wezareta tenduristiyê, di 24 saetên borî de hezar û 10 kesên din bi koronayê ketine û 24 kes jî bi wê nexweşiyê can dane.
Hat diyarkirin ku ji 1010 kesên bi koronayê ketine, 305 kes li Hewlêrê, 164 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 40 kes li Raperînê û 283 kes li Duhokê û 14 kes li Helebceyê ne.
Ji 24 kesên can dane jî 6 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.
Herwiha di 24 saetên dawî de 353 kes baş bûne.
Amarên giştî wiha ne:
Pêketin: 63745
Mirin: 2211
Başbûn: 38186
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin