PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 73 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 4 kesan jî can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 73 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 24 kes li Hesekê, 32 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê û 4 kes jî li Dêrazorê ne.
Herwiha hat eşkerekirin, 4 kesan ji ber Koronayê can dane û kesek jî baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 10404 kesan, ji wan 1327 kes baş bûne û 389 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin