Amerîka hemû personelên xwe yên dîplomatîk ji wî  welatî vedikisîne

Amerîka hemû personelên xwe yên dîplomatîk ji wî  welatî vedikisîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Amerîka hemû personelên xwe yên li Venezuelayê vedikişîne.

Wezîrê amerîkî Mike Pompeo li hesabê xwe yê Twitterê, daye xuyakirin ku ev biryar ji ber rewşa aloz a Venezuelayê û metirsiya li ser xebatên dîplomatîk ên Amerîkayê li wî welatî hatiye dan.

Pompeo dibêje: “Amerîka, dê vê hefteyê hemû personelên xwe yên wezîfedar li balyozxaneya xwe ya li Venezuelayê vekişîne. Ev biryar, ji ber rewşa aloz a li Venezuelayê ku xebatên personelên li Balyozxaneya Amerîkayê sînordar dikir, hatiye wergirtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin