Amerîka Kampa Harîsê teslîmê Pêsmerge kir

Amerîka Kampa Harîsê teslîmê Pêsmerge kir

PeyamaKurd – Serkonsolosiya Hewlêrê ya Amerîkayê kampa Harîsê ku ji bo perwerda leşkerî hatiye avakirin teslîmê wezareta Pêşmerge kir. Wezareta Pêşmerge ragihand ku wezaret kampa Harîsê teslîm sitendiye.

Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku cîgirên serokerkanê wezareta Pêşmerge Qareman Kemal, Hoşmend Reşîd ve koordînatorê ewlehiyê yê serkonsolosiya Hewlêrê yê Amerîkayê Colonel Douglas di merasima teslîmê de amade bûne, Kampa Harîsê ya ku baregeha perwerda leşkerî ya lênêrîna alavên leşkeriye, teslîmê wezareta Pêşmerge kirine.

Di daxwuyaniyê de behsa perwerda Pêşmerge hat kirin û bi taybetî di nav artêşê de teknolojiya pêşketî ji aliyê xwurtkirina leşkeran de girînge. Di merasimê de behsa vekirina an ku avakirina girîngiya kampên weha hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin