PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di serdana xwe Erebistana Siûdî de, 18 rêkeftin û yadaştname bi Riyadê re îmze kir.
Li gor ajansa nûçeyan a Erebistanê SPA diyar kir, Wezaretên Enerjî, Veberhênan, Pêwendî û Tendirustî yên her du welatan û saziyên warê enerjî, veberhênan, pêwendî, feza, tendirustî ji bo encamdana alîkariya hev, gotûbêj kirin.
Hat ragihandin, ji wan rêkeftinan, 13 rêkeftin di navbera wezaretên enerjî, veberhênana Erebistanê û Lijneya Şahane ya Cubeyl û Yanbû ligel komek ji kompaniyên diyar ên Amerîkayê weke kompaniya balafirvanî ya Amerîkî Boeing, kompaniya pîşesaziya berevaniyê Raytheon, kompaniya amûrên bijîşkî Medtronic, kompaniya software Digital Diagnostics hatin îmzekirin.
Herwiha hat eşkerekirin, Fermangeha Feza ya Erebistanê bi ajansa Balafirvanî û Feza ya Amerîkayê (NASA) û Bernameya Lêgerînê ya Heyvê Artemis îmze kir.
Di berdewamiyê de Wezareta Pêwendî û Zanyarî ya Erebistanê yadaştnameyek bi Fermangeha Pêwendî û Zanyarî ya Niştimanî ya Amerîkayê û IBM îmze kir ku navenda wê li Amerîkayê ye û di warê zanista teknolojiyê de pêşeng e.
Erebistan û Amerîkayê di warên enerjiya pak û tendirustiya gel, zanist û lêkolînên bijîşkî de çend yadaştname îmze kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin