Amerîkayê karwaneke ji 35 TIRan pêk tê sand Qamislo

Amerîkayê karwaneke ji 35 TIRan pêk tê sand Qamislo

PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê bi 35 barhilgiran çek û dîwarên rêgir ên çîmento şandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihandiye ku 35 barhilgirên çek û dîwarên rêgir ên çîmentoyê di deriyê Welîd ê li sînorê parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê de derbasî nav axa Sûriyê bûne û ji wê derê jî, ji bo Qamişlo hatine veguhestin.

Herwiha hat diyarkirin ku ew barhilgirên ku çek û pêdiviyên leşkerî, otomobîlên leşkerî û dîwarên rêgir ên mezin hilgirtibûn, bo daxistina rêyan û parastina leşkeran dê bên bikaranîn û beşek ji wan jî ji deriyê Rebîe yê li parêzgeha Nînowa ve ber bi Rojavayê Kurdistanê hatine veguheztin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin