PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di derbarê hêrişa Îsraîlê ya li dijî Konsulxaneya rejîma Îranê ya Şamê civînekê li dar xistiye.
Hate diyarkirin ku di civînê de nûnerên rejîma Îran, Sûriyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di derbarî hêrişa Şamê ya li dijî balyozxaneya Îranê de axivîne.
Jêderên Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku di rûniştina taybet a di derbarê vê hêrişê de, di navbera nûnerên Îran û DYAyê de nîqaşên tund rû dane.
Tehran: Mafê me yê bersivdayînê heye”
Hate gotin ku di civînê de nûnerê rejîma Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Zehra Erşadiyê gotiye: “Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berçav li ser xwe ye. Îran di derbarê vê kiryara kirêt a ku desthilata dagîrker pêk aniye mafê xwe yê bersivdayînê diparêze."
Li aliyê din, Cîgirê Nûnerê DYAyê yê Neteweyên Yekbûyî Robert Wood jî wiha bersiva balyozê Îranê daye:
“Weke Koşka Spî ragihand, ti pêwendiyeke DYAyê bi vê hêrişa ku li Sûriyeyê hatiye pêkanîn tune ye û beriya hêrişê jî haya me jê nebûye. Me yekser ji Îranê re got, em nikarin ti zanyariyeke di derbarê vê bûyerê de piştrast bikin, lê belê tiştekî zelal e, divê Îran alîkariya komên çekdar ên li Sûriye û Iraqê li dijî hêzên me hêrişan pêk tînin neke da ku herêm ji aloziyan dûr bibe.”
Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişan li xwe negirtiye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî di derbarê ve hêrişê de gotibû, “Em li ser nûçeyên medyayên biyanî naaxivin.”
Konsolxaneya Îranê ya Şamê di 1ê Avrêlê de hatibû bombebarankirin.
Di encamê de Fermandarê Hêza Qudisê yê li Lubnan û Sûriyeyê Mihemed Riza Zahidî û Fermandar Mihemed Hadî Hacî Rehîmî jî di nav de 13 rayedarên Îranî hatibûn kuştin û gellek kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin