PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro 6ê Tîrmehê li paytext Bexdayê ligel Sererkanê Artêşa Iraqê Ferîqê Yekê yê Rukn Ebdulemîr Reşîd Yarelah civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa ewlehiya niha ya welat de hat gotûbêj kirin û her du aliyan li ser rê û rênîşanderên xurtkirina hevahengiyên hevpar û hevkariya meydanî ya navbera hêzên federal û hêzên Pêşmergeyan guftûgo kirin.
Di civînê de bi taybetî li ser deverên ku girîngiyeke wan a ewlehîya hevpar heye û divê bi rêya hevahengiyeke xurt, valahiyên ewlehiyê yên li wan herêman werin rakirin û parastina sînoran di asteke bilind de were mîsogerkirin, hate rawestîn.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewambûn û pêşxistina operasyonên hevpar û pevguhertina zanyariyên îstîxbaratî kirin, daku paşmayiyên terorê bi temamî werin tunekirin û rûbirûyî tawanên rêxistî bibin.
Rêber Ehmed û Ebdulemîr Reşîd Yarelah pesnê asta hevkariyên niha û hevahengiya navbera dezgehên ewlehî û serbazî yên hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê dan û destnîşan kirin ku ji bo rûbirûbûna astengiyên cuda yên ewlehiyê û parastina destkeftiyên ku bi rêya qurbaniyên hevpar hatine bidestxistin, divê hemû hewldan werin yekxistin.