PeyamaKurd – Ji başûrê Lubnanê êrişî leşkerên Îsraîlê kirin û di encamê de leşkerekî Îsraîlê hat kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.
Rojnameya Yediot Ahronotê diyar kir, ji başûrê Lubnanê bi moşekên antî tankan êrîşî leşkerên Îsraîlê kirine.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de leşkerekî yedek ê Îsraîlê hatiye kuştin, 3 leşkerên yedek jî birîndar bûne.
Herwiha ajansa nûçeyan a Lubnanê NNAyê jî diyar kir, Hizbullahê êrîşên xwe yên li dijî çeperên Îsraîlê yên li ser sînor didomîne.
Li gor zanyariyan, hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku di êrîşên ji 8ê Çiriya Pêşîn ve li ser sînorê Lubnanê hatin kuştin derket 3yan û di êrîşan de 12 çekdarên Hizbullahê jî hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin