PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber topbarana Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, li gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê 11 sivîl birîndar bûn.
Çavkaniyekî bijîşkî ji nexweşxaneya taybet a El-Amalê ya li bajarê Kobanê ragihand ku nexweşxaneyê 4 birîndar wergirtine, birîna 2 wan zarokan xedar e û 7 birîndarên din jî bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Kobanê.
Li gorî şahidên ji gund, topbaran heta niha jî berdewam dike ku bûye sedema pêleke mezin a koçberkirina şêniyên gund ber bi gundên cîran û bajarê Kobanê ve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin