PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê bi beşdariya zêdetirî hezar leşkeran, li gundewar û çiyayên bajarê Bakurê Kurdistanê yên Diyarbekir, Mûş û Çewligî dest bi operasyoneke berfireh li dijî PKKê kir.
Wezareta Navxwe ye Tirkiyê ragihandiye ku li Diyabekir, Mûş û Çewlîgê bi beşdariya 1022 leşkeran 'Operasyona Yilldirim-9, Zozana Şênê' hat destpêkirin.
Di operasyonê de Fermandariyên Cendermeyên bajarên Mûş, Çewlîgê û Diyarbekirê yên Hêza Taybet a Cenderme JOH, Polîsê Taybet ê Ewlekariyê POH û cerdevan beşdar in.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di encama operasyonên Yildirim (1-2-3-4-5-6-7-8) de heta niha 38 endamên PKKê hatine bêbandorkirin, 22 alîgir hatin girtin, 80 şikeft, stargeh û depo hatin jinavbirin, gelek alavên jiyanê û herwiha çek û teqemenî hatine bidestxistin.
Beriya niha bi demekê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdia kiribû ku tenê li dor 400 PKKyan li nav sînoran mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin