PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li Hemedanê û li Mervdeştê, di protestoyan de raste rast bi çekan herî kêm li 2 kesan xistin û ew kuştin.
Li gor Hengawê, ji Hemedanê kesê bi navê Amir Huseyin Bayat di 2yê mehê de ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê de hat kuştin. Cenazê wî birin nexweşxana Besatê ya Hemedanê.
Hêzên ewlehiyê piştî kuştina Bayatî dest dinîne ser telefonên mirovên wî û qebûl nekirine ku cesedê wî teslîmê malbata wî bikin. Îranî xwestin ku malbata wî bêje ku Bayat endamê Basijê ye.
Di bûyerekî dinê de, li parêzgeha Farsê li Marvdeştê kesê bi navê Mansur Mokhtari ku Lore, di 1ê mehê de ji aliyê hêzên Îranê de hatiye kuştin.
Li gor ragihandina Hengawê, di nav 3 rojên dawiyê de li bajarên Hamedan, Marvdasht, Azna, Nurabad, Kuhdasht, Harsin, Fuladshahr, Lordegan û ciyên din asayîşa Îrane raste rast bi sîlihan 12 kesan kuştiye.