PeyamaKurd - Li demeke şerê Îranê berdewam dike û êrîş li ser Herêma Kurdistanê jî têne kirin, Asayîşa Hewlêrê agahdariyek ji bo dezgehên ragiihandinê û welatiyan belav kir.
Di agahdariya fermî de, bang li hemû kanalên medyayê û welatiyan hate kirin ku, ji bo parastina ewlehiya giştî û rêkxistina karên tîmên ewlehiyê, di dema bûyeran de pabendî rênimayan bin û xwe ji kişandina wêneyan û weşandina zanyariyên nefermî dûr bikin.
Rêvebiriya Asayîşa Hewlêrê îro 5ê Adarê agahdariyek weşand û got, ji bo tîmên taybetmend bikarin bi rengekî birêkûpêk karên xwe li cihê bûyeran bikin, divê kanalên medyayê bi berpirsiyarî tevbigerin. Hêzên ewlehiyê ji medyayê dixwazin ku, heta ku destûra fermî ji bo weşandina zanyariyan neyê dayîn, xwe ji romalkirina cihê bûyeran biparêzin.
Di beşeke din a agahdariyê de, Asayîşa Hewlêrê ji welatiyan xwest ku ji bo parastina ewlehiya neteweyî, vîdyo û wêneyên cihê bûyeran tomar nekin û neweşînin. Asayîşa Hewlêrê ji ber hevkariya wan a berdewam di dayîna zanyariyan ji bo hêzên ewlehiyê de jî spasiya welatiyan kir.