PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu duh li paytexta Amerîkayê li Washingtonê civînek li dar xistin.
Di derbarê civînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu daxuyaniyek da û got ku di meha Hezîranê an jî ya Temûzê de civîneke dî jî wê bê kirin. Ev civîn wê li Tirkiyê be.
Çavûşoglu wiha berdewam kir: Di nava 6 mehan de em ê gelek tiştan bikin. YPG wê ji Minbicê derkeve û li wê derê hinek hêzên dî wê bi cih bibin. Di heman demê de çekên di destê YPGê de jî wê jê werin standin. Ji bo rêvbiriyê jî, li gorî hijmara netewan, rêvebiriyek wê were çêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin