PeyamaKurd – Li navçeya Hewice ya Kerkûkê bombeyeke ku berê ji aliyê DAIŞê ve hati û bicîkirin teqiya. Di encama wê teqînê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Polîsê Kerkûkê Ali Kemal derbarê teqînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li nêzîkî gundê Saduniyê yê Hewiceyê mayînek teqiyaye.
Kemal da zanîn ku bombe berê ji aliyê DAŞê ve hatiye bi cî kirin û bi kumandayê hatiye teqandin. Di encama wê teqînê de sivîlek û polîseke federal canê xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin