PDKê bi peyamekê 46emîn damezrandina YNKê pîroz kir

PDKê bi peyamekê 46emîn damezrandina YNKê pîroz kir

PeyamaKurd Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo 46emîn damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek arasteyî YNKê kir û diyar kir: “Di vê bîranînê de em tekez li ser hevahengî, lihevkirin û yekrêziya xwe dikin da ku pirsgirêkan çareser bikin û jiyana xweş û bexteweriyê ji welatiyan re peyda bikin.”

Polîtburoya PDKê da zanîn: “Bi boneya 46 saliya damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, em bi germî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin û hêviya pêşkeftin û serkeftinê di xebat û bernameyên we de dixwazin, ji bo xizmeta zêdetir ji doza rewa ya gelê me re bikin.”

Polîtburoya PDKê dide zanîn: “Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ku hevkareke girîng û sereke ya partiya me Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û ligel hêz û aliyên siyasî roleke wê ya bi bandor di bidestanîn û parastina destkeftinên me hebûye, ji ber vê yekê em hêvî dikin ku di vê qonaxê de em hemû hewl bidin ji bo rêzgirtina berjewendiyên xwe yên bilind ên neteweyî û niştimanî û bi giyanê berpirsiyarî û nîştimanperweriyê li gor pêwîstiya qonaxê rola xwe ya guncaw bibînin.

Herwiha di beşeke din a peyamê de hatiye destnîşankirin: “Di vê bîranînê de em tekeziyê li ser hevahengî, lihevhatin û yekrêzîya xwe ligel hêz û alîyên siyasî yên herêma Kurdistanê dikin, da ku arîşeyan û pirsgirêkan çareser bikin û jiyana baş û bextewerîyê ji welatiyan re berdest bikin û tekeziyê li vê ezmûna û li ser bidestanîna hemû mafên xwe yên rewa û parastina statuya Herêma Kurdistanê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin