Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan bo ser hisyarî da

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan bo ser hisyarî da

PeyamaKurd- Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Awrûpa-Derya Sipî bo girtin û tesfiyeyên li başûrê Yemenê, li Adenê û Abyenê got ku dibe bibe sedema şerê navxwe. Mala Çavdêriyê ragihand ku civaka navnetewî şer û pevçûnên li Adenê, yên her dû terefan piştguh dike û ev jî dike ku sûcên di asta şer de çêbibin û bibe sedema binpêkirina mafên mirovan. Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ku bi awayeka nivîskî ragihandiye weha dibêje:

“Hêzên Hîzam Emnî li bajarên Aden û Ebyenê bi hêzên hukumetê re ketine şer û avêtine ser gelek malan, 400 kesî girtine û xelkê tasfiye kirine. Bi zêdebûna avêtina ser malan û girtinan endîşa me heye. Dibe ku ev bibe sedema şerê navxwe. Halê ku nexweş dê hêj nexweştir bibe. Tevgerên şiddetê yên li Adenê û Ebyenê, mafên siyasî û leşkerî, ji ewlekarî û aramiya xelkê Yemenê girîngtir dibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin