Pêsmerge û artêsa Iraqê li hev kirin

Pêsmerge û artêsa Iraqê li hev kirin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku bi fermana Serokwezîr Adil Ebdulmehdî di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de civînek hatiye lidarxistin û di encama civînê de her du aliyan li ser têkoşîna dijî DAIŞê ya berdewam li hev kiriye.

Hat diyarkirin ku Sererkanê Giştî yê Iraqê Osman Ganimî bi bi komîteya hevbeş a Pêşmerge re civiyane.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin, “Bi mebesta rêgirtina li ber hatina sînoran a terorîstan, di warê leşkerî de ji bo hevahengî û avakirina navendên hevbeş dijî terorê, di navbera Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de lihevkirin çêbû.“

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin