Serokê muxalîf ji girtîgehê birin nexwesxanê: Dibe ku hatibe jehrîkirin!

Serokê muxalîf ji girtîgehê birin nexwesxanê: Dibe ku hatibe jehrîkirin!

PeyamaKurd – Siyasetmedarê muxalîfê rêveberiya Rûsyayê Aleksey Navalniy ku ji ber bangewaziya protestoyan bi mehek sizayê girtîgehê hatibû girtin îro ji girtîgehê birin nexweşxaneyê.

Li gorî rayedarên rûsî serokê muxalîf bi sedema nexweşîneke ‘alerjîk reaksiyon’ li Moskowê bo nexweşxanê hatiye veguhestin.

Di hin raportên medyayî de tê gotin ku di bedena Navalnî de werimandin, di çavan de hêsir û di hin deverên din ên laşê wî de jî çermê wî radibe ku berdevkê Navalnî li ser vê rewşê gotiye, beriya niha tiştekî wiha nebûye.

Herwiha pizîşkê taybet ê Aleksey Navalniy jî di peyameke li ser Facebookê de gotiye, serdana wan a Navalnî hatiye astengkirin û tenê di ber derî de wan ew dîtiye ku bi qasî dixuyê diyardeyên madeyeke kîmyewî li ser bedena wî hene.

Aleksey Navalniy beriya niha ji ber redkirina namzediya 57 kesan di hilbijartinên herêmî yên meha Îlonê de, banga protestoyan kiribû û di encama wan protestoyan de jî bêhtirî hezar kes hatibûn binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin