Fransa û Almanyayê bo Idlibê: Rê li ber felaketê bigirin

Fransa û Almanyayê bo Idlibê: Rê li ber felaketê bigirin

PeyamaKurd – Nûnerên Almanya û Fransayê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê rewşa Idlibê de daxuyanî dan.

Nûnerê Daîmî yê Fransayê li NY François Delattre beriya civîna taybet bi rewşa Idlibê got, 'Çi pêwîst be divê bê kirin dabu li Idlibê felaketeke din ya wekî Helebê rû nede.”

Li aliyê din Nûnerê Daîmî yê Almanyayê li NY Christoph Heusgen jî da xuyakirin, rewşa Idlibê ber xirabiyê ve diçe û tekane rê rawestandina operasyonan û çareseriya siyasî ye.

Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên balafirên Rûsyayê û rejîma Sûriyê her diçe rewşa Idlibê xirab dibe û civaka navdewletî dixwaze çareseriyekê jê re bibîne.

Rûsya û hikûmeta Sûriyê bi hinceta hebûna rêxistinên terorîst yên wekî Heyet Tehrîr Şaş (HTŞ) êrîşên xwe zêde kirine û gelek bajarok jî ji destê HTŞê derxistine.

Çav li rê ye îşev li ser daxwaza Almanya, Belçîka û Kuwêt derbarê rewşa Idilbê cvîneke awarte li Konseya Ewlekariyê ya NY (KENY) were lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin