PeyamaKurd- Balafirên bi ser hêzên hewayî yên Rûsyayê nehiştin balafirên Îsrîlê bikevin seha hewayî ya Lubnanê.
Balafirên Rûsyayê yên U-34 yên şer, li ser esmanê bajarê Trablusşamê ya Lubnanê nehiştin du balafirên şer yên F-16 yên Îsraîlê bikevin seha hewayî ya Lubnanê. Li gor ragihandina sîteya nûçeyan ya Times of Israelê koordînasyona navbera her du dewletan vê sibê xerab bû.
Heya niha gelek caran Îsraîl bo keşfê balafirên xwe dişand ser seha Lubnanê û êrîşên hewayî bo ser Sûriyê ji wê derê dikir.
Nûçe ji aliyê gelek televîzyonan ve hat piştrastkirin lê ji Rûsya û Îsraîlê heya niha ti beyanatekê nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin