PeyamaKurd- Partiya HDPê xwe bo hilbijartina pêşwext amade dike. Hilbijartin piştî 9 meha ye lê dibe ku desthelat hilbijartinê bide pêşiya wext. HDP ê ji hemû leq û lecneyên xwe xwest ku bo hilbijartina pêşwext amade bin.
HDP bi taybetî ji 90 rêxistinên xwe xwest ku bo hilbijartinan amade bin. Her 90 cî ew in ku niha qayûm hatine ser hukum û wan şaredariyan îdare dikin.
Eger hilbijartin di wextê xwe de bêkirin, ew wext wê di adara sala 2019an de be. Tê gotin ku muxalefet di meclisê de destekê bide, dibe ku hilbijartin di meha cotmehê de bêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin