Avakirina hikûmeta nû û helwesta partiyên Kurdistanê

Avakirina hikûmeta nû û helwesta partiyên Kurdistanê

PeyamaKurd – Ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) hat ragihandin, bila tu kes ji bona pêkanîna hikûmetê li deriyê me nede!

Endamê serkirdetiya Yekgirtû Ferhad Yasîn ji K24 re axivî û diyar kir, ji xwe me biryar daye em tevlî hikûmeta nû ya Kurdistanê nebin ji ber wê jî em naxwazin bi tu partiyekê re li ser vê mijarê hevdîtinê bikin.

Ferhad Yasîn her wiha dibêje, derket holê ku ew şêwir û hevdîtinên berê jî hemû bo kuştina wext bûne ji ber wê jî daxwaza me ji PDK û YNKê ew e li deriyê me nedin. Ew li mala xwe û em jî li mala xwe!

Di hilbijartinên giştî yên Kurdistanê de Yekgirtû bi Bizava Îslamî re tifaqek bi navê “Eniya Îslahê” pêk anîbû. Di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de 5 kursî bidest xistin.

Ji bilî Yekgirtû, Nifşa Nû bi serokatiya Şasiwar Ebdulwahîd jî biryar daye tevlî hikûmeta nû nebe, Goran û Komelê hîn biryar nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin