Sîstanî ji Iraqiyan xwest deng nedin gendelkaran

Sîstanî ji Iraqiyan xwest deng nedin gendelkaran

PeyamaKurd - Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî li ser hilbijartina parlamanî ya li vî welatî ji xelkê xwest ku dengê xwe nedin kesên gendel û mirovên lawaz û nekara.

Li gor nûçeya ajansa AFPê, Ayetullah Sîstanî merciê derecebilind ê Şîeyên Iraqê îro îniyê û ji bo hilbijartina parlamanî ya li vî welatî ji xelkê xwest ku dengê xwe nedin kesên gendel û nekara. 

Hilbijartina parlamanî ya Iraqê roja 12ê Gulana 2018an li 18 parêzgehên vî welatî bi beşdariya 320 partî û 54 hevpeymaniyan ji bo bijartina 328 parlamenteran dê were lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin