Ermenîstan: Em bo Tirkiyê amade ne

Ermenîstan: Em bo Tirkiyê amade ne

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Zograp Mnatsakanyan bi awayeka surprîz ragihand ku Ermenistan bê qeyd û şert amade ye ku bi Tirkiyê re têkiliyên cîrantiyê yên baş deyne û wan têkiliyan bipêşde bibin.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Zograb Mnatsakanyan di radyo ya Svoboda de axifî û weha got: “ Ermenistan hewleka zor ya dîplomatîk serf kir lê ev xebata han, ne ji ber me lê ji ber Tirkiyê biserneket. Ji aliyê Tirkiyê şiroveyeka ku hêvî bide me da em têkiliyên xwe normal bikin, em nabihîzim.”

Mnatsakanyan beyana xwe weha dewam kir: “ Em bo têliliyên cîrantiyê yên baş amade ne. Lê ne ji bo berjewendiyên xwe. Me vê esasê şopand û em hêjî dişopînin. Amadebûna me, ne tenê bo me lê bo herêmê gelek baş e. Lê bo gavên ku zerarê bide me, em ne amade ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin