Xosnaw: "Kurdistanî bi dengdanê wê cezayê xiyaneta Kerkûkê bidin"

Xosnaw: "Kurdistanî bi dengdanê wê cezayê xiyaneta Kerkûkê bidin"

PeyamaKurd - Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umîd Xoşnaw ragihand ku xiyanetkarên 16ê Cotmehê di rewşeke derûnî ya xirab de dijîn. Dadgeh cezayê wan xiyanetkaran nede, wê demê gel bi rêya dengdanê dê wan ceza bikin.

Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umîd Xoşnaw ragihand, ku fraksiyonê berê di çarçoveya nivîsekê de ji parlamentoya Kurdistanê daxwaz kiriye ku biryarekê bide bo pêkanîna lijneyekê ku lêkolînê li bûyerên 16ê cotmehê bike.

Umîd Xoşnaw diyar kir ku: “Piştevanên xiyaneta 16ê Cotmehê li Parlamentoya Kurdistanê gelek rê girtine, lê fraksiyona me rijd bûye li ser û bi heman madeyê daxwaza pêkanîna lijneyê kiriye. Lijneyek bo eşkerakirina rastiyên xiyaneta 16ê Cotmehê bê pêkanîn ku ev yek xiyanetek mezin bû. Xiyanetkar tê digehin, eger Parlamentoya Kurdistanê jî lijneyek lêkolînê diyar nekiribe û dadgeh wan dozan naxe tevgerê. Gelê Kurdistanê yê xwedî nefeseke şoreşger û nefeseke serxwebûnxwaz heye, dê helbijartinan de wan ceza bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin