PeyamaKurd - Artêşa Finlandayê ragihand ku hejmarek ji hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vedikişîne û yekser wan dixe qerentîneyê.
Artêşa Finlandayê diyar kir, beşeke mezin ji wan 50 efser û şêwirmendên serbazî li Herêma Kurdistanê ne û ji çend salan ve rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin.
Artêşê bal kişand ser ku ev pêngav beşek ji hewlên wan ên parastina serbazên xwe ji vîrusa korona ye.
Ji sala 2014an ve Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê ji hêzên hejamareke welatan pêk hatiye ku Finlanda jî di wê çarçovê de hejmarek ji efser û şêwirmendên serbazî şandine Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin