PeyamaKurd- Endamê polîtburoya PDK ê Cafer Emînkî di debarê stratejiya PKK ê û Tirkiyê de peyamekî belav kir. Emînkî di peyama xwe de weha got:
“Armancên hevpar yên PKK ê û Tirkiyê li herêma Kurdistanê hene. Lê divê serokatiya siyasî ya Kurdan li hemberê wan destgirêdayî nemîne. ”
Emînkî, di gotara xwe ya bi navê “Tercîha di navbera daxwaza xwefirehkirina dewleta Tirkiyê û bêaqiliya serokên PKKê” de ragihand ku şerên navbera PKK ê û artêşa dewleta Tirkiyê, gihaye asteka talûke.
Emînkî got ku pevçûnên navbera her dû aliyan wê li ser herêma Kurdistanê bandorên xerabkirinê çêbikin û weha got:
“Hedefên stratejîk yên hevpar yên her dû aliyan li herêma Kurdistanê hene. Armanca wan ew e ku îhlala desthilatiya herêma Kurdistanê bikin, ewlekarî û aboriya me qels bikin. Berya êrîşa İŞİD ê, me di deh salan de pêşdeçûn û geşepêdanên baş kiribûn û niha dixwazin bibin astengê pêşdeçûna me.”
Cafer Emîn kî di gotara xwe de dibêje ku gelek sedem hene da PKK û dewleta Tirkiyê şerê xwe dirêj bikin. Yek ji wan sedeman ew e ku şer bo hilibijartinan bikin malzeme. Emînkî di dewama gota xwe de weha dewam dike:
“PKK li Qendîlê di bin ablûkayê de maye û ji aliyê terefdarên xwe de ku bi têkçûnê tê sûcdarkirin, gelek hedefên wan hene lewra bi terefê Tirkiyê re şer û pevçûnên xwe daîma dixe kûrahiya axa Kurdistanê. Esas ciyê têkoşîna wan Bakûrê Kurdistanê ye û bo sernekeftina nava xwe binxême, tevliheviyê û pevçûnê dixe başûrê Kurdistanê, berteka girseyî zêde dike û derdixe asteyekî talûkê.”
Emînkî xwest ku serkirdetiya herêma Kurdistanê bikeve nav tevgerê û mijar tenê bi şermezarkirinê û temaşê nemîne, dema ku her dû teref li hemberê xwe terefekî qels dibînin, merhametê nîşan nadin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin