PeyamaKurd- Li Behra Egeyê keştiya barhilgir ya Tirkiyê û keştiya şer ya Yûnan li hev ketin. Di qezayê de mirî an birîndar tine ne.
Li gor wezareta ragihandinê ya Tirkiyê, nêzî Girava Mîdîlliyê ya Yûnan bi 4 km yan dûr, keştiya barhilgir ya Tirkiyê û keştiyeka şer ya Yûnanî li hev ketin. Di her dû keştiyan de talûka noqavbûnê tine ye.
Piştî qezayê keştiya barhilgir karibiye bi rêya xwe de here. Lê rêvebirên Yûnanî dibêjin ku kaptanê keştiya Tirkiyê guh nedaye hişyariya asayîşa Yûnanî û ûsûl û qaîdeyên keştîvaniya navdewletî binpê kiriye.
Qewimandin di nava sînorên ava Yûnan de çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin