PeyamaKurd- Sosyolog İsmail Beşikçi li ser tewra HDPê ya ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê bi navê “Namzet” nivîsek weşand û terza HDPê û çepgiriya Tirkan jî rexne kir.
İsmail Beşikçi wiha got: Divê pêşî em çepgiriya Tirkan rexne bikin. Lewra ew ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo ku têkevina meclîsê de, gelê Kurd wekî hemalan bi kar tînin. Ku ew bi serê xwe têkevine hilbijartinê, wê pir hindik rayan bistînin. Lê bi xêra Kurdan dikevine meclîsê û ti feydeya wan nagihê Kurdan.
Ji bo HDPê jî Beşikçi wiha got: HDP bi rêyeke demokratîk namzetên xwe nahilbijêrê. Lewra partiyên demokratîk berî hilbijartinê, ji bo ku namzetên xwe hilbijêrin pêşhilbijartinekê çêdikin. Jixwe partiyên Tirkiyê yên îqtîdarê vê nakin. Êdî yên muxalefetê jî vê nakin.
Ji xeynî van Beşikçi li ser zimanê Kurdî jî sekinî û got ku hessasiyeta HDPê ji bo zimanê Kurdî pir qels e. Lewra ew kesên ku dikevine meclîsê de gelek jê bi Kurdî nizanin. Yên bi Kurdî dizanin jî zarokên wan bi Kurdî nizanin. Tevî ev qas fedakarî û bedelê, hê Kurdan mafê perwerdeya bi Kurdî jî bi dest nexistine. Ku zimanê Kurdî çû, êdî ji bo Kurdan tiştek namîne. Divê HDPê li ser vê xalê hûr bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin