PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) derbarê betalkirina hilbijartinên herêmî de biryarek di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de belav kir.
Li gor biryara bi jimar 2972yan heger biryara betalkirina encamên hilbijartinan bê dayîn, ji bo dubarekirina hilbijartinê tarîxeke nû hat destnîşankirin.
Di biryara YSKê de tê gotin ku heger hilbijartin betal bibin, pêwîste 2yê Hezîrana 2019an hilbijartinên herêmî ji nû ve werin encamdan.
Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 31ê Adarê ango roja vê yekşemê têne encamdan.
Li gor nirxandinên raya giştî ya Tirkiyê, ger AKP di van hilbijartinan de serkeftina ku hêvî dike bi dest nexe, bi rêya vê biryara nû ya YSKê dê hilbijartinan dubare bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin