PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo Amerîkayê got ku ew behsa biryarên dorpêça ser Tirkiyê dike û di derbarê birayara kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê de weka şantaj bikartîne.
Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi wezîrê karê derve yê Awûstûryayê re hevdîtinekî kir û piştî hevdîtinê derket ber çapemeniyê.
Cîgirê wezîrê karê derve yê Amerîka Wess Mitchell ku gotibû ew dikarin li ser mijara kirîna S-400an ji Rûsyayê dorpêçê deynin ser Tirkiyê, Lavrov weha got: “Ev mînake bo şîrketên Amerîka ku bê reqîb fêde bidest bixin û ev kiryar şantaj e.”
Lavrov got ku sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg li ser pirseka ku nêzî vê pirsê jê hat kirin got ku herhal divê NATO li sekreterê xwe guhdarî bike ji ber ku ew fikrên ortax yên endamên NATOyê temsil dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin