PeyamaKurd- Ji baregeha Yekîtiya Awrûpayê, ji beşa temsîlkariya bilind û têkiliyên derve û siyaseta ewlekariyê hat ragihandin ku ji hezar kesî zêdetir kes bi sedema xwepêşandanan li Moskovayê di bin çav de ne.
Ofîsa Temsîlkara Bilind ya di bin berpirsiyariya Federica Mogherini ragihand ku binçavkirina hezar kesî tê vateya binpêkirina azadiya xwepêşandanan û li dijî wan şiddet hatiye bikaranîn. Ev yek azadî û serbestiya xelkê tehdîd dike.
Temsîlkarî, bi sedema girtin û binçavkirina rojnamevanan got ku azadiya medyayê hatiye binpêkirin û van mafan di destûra Rûsyayê de heye û divê bê parastin.
YA ragihand ku raste bê îzin hinek xwepêşandan hatine kirin lê ev nayê wateya ku wê polîs dest bi şiddetê bike û rojnamevanan binçav bike. Xwepêşandan li ser ku Putin ji nû de hilbijartinan qezenc kiribû û berya ku dest bi merasima destbikarkirina fermî bike, hatibûn destpêkirin, binçavkirina gelek kesan di nava bûyerê de pêkhatibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin