Li Çînê li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê bombe teqiya!

Li Çînê li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê  bombe teqiya!

PeyamaKurd- Di van demên dawî de di navbera Amerîka û Çînê de şerê bazirganiyê gurr bûye. Di vê dema krîtîk de li paytextê Çînê li Pekînê li nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê bombeyek teqiya.

Li gorî agahiyan, teqîn li derveyî balyozxaneya Amerîkayê ya li Pekînê çêbûye. Piştî teqînê wêneyên bûyerê li ser çapemeniya civakî hatin belavkirin.

Heta niha nehatiye eşkerekirin ku teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin. Li herêmê gelek tedbîrên ewlehiyê hatin standin. Di navbera Amerîka û Çînê de di van demên dawî de dijberiyeke ticarî heye. Lê belê welatiyê Çînê dîsa jî ji bo ger û ticaretê Amerîkayê tercîh dikin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin