PeyamaKurd – Hewla kuştina Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş hat kirin ku îro 10ê Hezîranê bi rêya teqandina mayineke li ser rêya Minbic-Ebû Qelqel hatibû danîn, pêk hat.
Piştî bûyerê Şervan Derwîş ji medya Rojava re ragihandiye ku ji ber hewldana kuştina wî bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic-Ebû Qelqel hatibû danîn, tu zerar negihîştiye wî û rewşa wî ya tenduristî baş e.
Şervan Derwîş beriya niha jî rastî êrîşê hatibû û birîndar bûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin