PeyamaKurd- Rojnamevanê Amerîkî Bob Woodward di pirtûka xwe ya nû de îddayên girîng avêtin holê û got ku Serokê Amerîkayê Donald Turmp ji bo ku Serokomarê Sûriyê Esed were kuştin, talîmat dabû.
Rojnamevanê Amerîkî Bob Woodward beriya niha skandala Watergate jî derxistibû holê û Serokê Amerîkayê yê wê demê Richard Nixon mecbûr kir ku îstîfa bike. Bob Woodward vê carê jî pirtûka xwe ya nû li ser Serokê Amerîkayê Donald Trump nivîsand. Di derheqê Trump de gelek îddayê balkêş hene. Ya herî girîng jî suîqesta li dijî Esed e. Li gorî îddaya pirtûkê, piştî ku di Nîsana 2017an de Esed çekên kîmyewî bi kar anîn, Trump li Jim Mattis geriya û got êdî vî dîktatorî ji holê rakin. Suîqestekê lê bikin û wî bikuin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin