Trump: Ez lihevkirina bi Îranê re dixwazim ne şer

Trump: Ez lihevkirina bi Îranê re dixwazim ne şer

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump di çalakiyeke giştî ya li Las Vegasê de derbarê siyaseta derve û hevdîtinên bi Îranê re daxuyaniyên girîng dan.

Trump diyar kir ku ew di dewsa şer de çareseriya dîplomatîk diparêze û got: "Ez lihevkirina bi Îranê re daxwaz dikim, ji ber ku ez naxwazim mirov bê kuştin.

" Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku wan li dijî Îranê amadekariya êrişeke serbazî ya gelekî mezin ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem vir ve nehatiye dîtin kiribû, lê piştî ku berpirsên Îranî ji bo guftûgoyan daxwaz kirine wan ev plana leşkerî rawestandiye.

Trump bal kişand ser helwesta rêveberiya Tehranê û diyar kir ku her çend berpirsên Îranê di qada giştî de van daxwazên peywendiyê red bikin jî, di pişt perdeyê de hevdîtin berdewam dikin.

Serokê DYA’yê tekez kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên nukleerî û diyar kir ku reftar û rêzgirtina aliyê Îranê ya di hevdîtinan de girîng e.

Her wiha Trump anî zimên ku piştî çareserkirina vê aloziya bi Îranê re, nirxê petrolê li seranserî cîhanê dê di demeke nêz de bi lez dakeve.