PeyamaKurd- Li payîtexta Ûkrayna Kievê, rojnamevanê muxalif Babçenko ku di tv ya Kirim ATR de dixebitî, di mala xwe de bi sîlih hat kuştin.
Piştî kuştina Babçenko hemû sûc xistin ser Moskovayê lê Moskova peyamek da. Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Lavrov got ku sûcdarkirina Rûsyayê perçeyekî ji kampanya li dijî wan e.
Wezareta karên hundir yê Ûkraynayê ragihand ku rojnamevan Babçenko ji pişta xwe ve bi sîlih hatiye kuştin. Babçenko hemwelatiyê Rûsyayê ye û dema bi ambûlansê wî dibin nexweşxanê di rê de jiyana xwe dide.
Di derbarê kujer de hêj ti agahî nehatiye dayîn û polîs lêkolîna xwe dewam dike. Rojnamevan Babçenko sala borî Rûsyayê terk kiriye û li Ûkraynayê bicîh bûye. Di tv ya Kirim Tatar ATRê de bernama xwe pêşkêş dikir.
Temsîlkarê medya azad ya Rêxistina Awrûpayê ya Asayîş û Hevkariya Awrûpayê Harlem Desir kuştina rojnamevan Akradiy Babçenko bi zimanekî tund şermezar kir û ji berpirsan xwest ku bûyer bê kêmayî bê lêkolînkirin. Desir sersaxiyê ji malbat û xebatkarên wî re xwest.
Desir got: “ Di vê berpirs bûyerê zû û baş vekolin û yên ku fermana kuştinê dane, gaveka zûtir teslîmê edaletê bên kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin