PeyamaKurd- Fermandarê Amerîkî yê İncirlikê got ku ji bo ku Amerîka hêzên xwe ji baregeha İncirlikê bikişîne, ti planên wê tune ne.
Di derbarê mijarê de Fermandarê Amerîkî yê Bareheha İncirlikê Serbaz David S. Eaglin ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û got ku ti planên Amerîkayê tune ne ku niha hêzên xwe ji baregeha İncirlikê bikişîne. Hebûna me ya li vê derê ya bi 10 salan ji bo muttefîkiya me û Tirkiyê, sembolek e ku em dixwazin pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re bidomînin.
Eaglin wiha berdewam kir: Ji baregeha İncirlikê em li dijî IŞÎDê ti operasyonan nakin. Ji ber vê yekê jî niha balafirên me yên şêrr li baregehê nîn in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin